Hewlêr | Di sewata parzûngeha petrolê de 8 milyon dolar zirar çêbû

13 June 2024 17:09 0 dîtin
Hewlêr | Di sewata parzûngeha petrolê de 8 milyon dolar zirar çêbû

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw derbarê rewşa dawî û ziyanên şewata parzûngeha petrolê ya Hewlêrê de zanyarî dan.

Xoşnaw ragihand, li gor rapora Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê, dibe ku di çend demjimêrên bê de agirê parzûngeha petrolê were kontrolkirin û da zanîn, li gorî texmînan, ziyana şewatê nêzî 8 milyon dolar e.

Xoşnaw da zanîn, ji ber agir ti kes nemiriye, tenê 3 karmendên parzûngehê beşek laşê wan şewitiyee û li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Herwiha 10 karmendên din ên Berevaniya Şaristanî jî ji ber gazê tûşî bihntengiyê bûne.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir,  4 wesayitên Berevaniya Şaristanî û çend kamyonên parzûngehê ziyan dîtine ku bi giştî ziyan bi nêzîkî 8 milyon dolar tê texmînkirin.

Hêjayî gotinê ye, doh li demjimêr 20:30ê êvarê agir bi parzûngeheke mezin a petrolê ya li ser rêya Hewlêr-Giwêrê ket û hê jî hewla kontrola agir ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ve tê dayîn. Li gorî lêkolîna Berevaniya Şaristanî agir bi depoyeke parzûngehê ketiye ku 5 hezar ton florîn û neft tê de bû.