Hewlêr | Li Giwêrê agir bi parzûngeha petrolê ket

27 December 2022 20:11 0 dîtin
Hewlêr | Li Giwêrê agir bi parzûngeha petrolê ket

PeyamaKurd – Îro 27ê Kanûnê danê êvarê li ser rêya navbera Hewlêr – Giwêrê agir bi parzûngeheke petrolê ket.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî yê Hewlêrê ragihand ku tîmên Berevaniya Şaristanî çûne cihê bûyerê û 7 wesayîtên agirkuj ji kontrolkirina şewatê dixebitin.

Sedema şewatê û ziyanên şewatê hîn nehatine zanîn ku heta amadekirine vê nûçeyê jî tîmên Berevaniya Şaristanî hewla vemirandina agirê didan.