Hewlêr | Di parzûngeha petrolê ya Geresêxê de sewat derket
PeyamaKurd – Li nêzîkî nahiyeya Quştepe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, di parzûngeha petrolê ya Gereşêxê de şewat derket û hejmarek parzûngeh şewitîn.
Li gor çavkaniyên xwecîhî diyar kirin: Li nêzîkî nahiyeya Quştepe agir li parzûngeha petrolê ket û saetek e şewat berdewam dike û tîmên berevaniya şaristaniyê mijûlî vemirandina agir in.
Herwiha hat ragihandin: “Tu ziyanên canî tune ne, lê ziyanên madî gelek çêbûn û hejmareke wesayîtên parzûngehê jî şewitîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin