Sewata li parzûngeha petrolê destpê kir hê jî nehatiye kontrolkirin

13 June 2024 11:00 0 dîtin
Sewata li parzûngeha petrolê destpê kir hê jî nehatiye kontrolkirin

PeyamaKurd – Şewata ku şeva borî li parzûngeha petrolê ya li ser rêya Hewlêr-Giwêr derketibû berdewam dike.

Doh êvarê di derdora seat 20.30an de li qada ku parzûngeha petrolê, tesîsa belavkirina petrolê û depoya petrolê ye şewat derket.

Li parzûnê ji ber şewata ku di tankera bîtumenê de derket û piştre belavî deverên din ên parzûnê bû, gelek caran teqîn çêdibin.

Li gorî zanyariyan, di dema vemirandina agir de herî kêm 10 kes birîndar bûne ku piraniya wan ji tîmên agirkujiyê ne.

Ji ber teqînan heta niha 3 wesayîtên agirkujiyê şewitîne.

Şewata ku 35 ekîbên vemirandinê lê dixebitîn, hê jî nehatiye kontrolkirin.