Sewata kelgeha petrolê ya Kerkûkê pistî hefteyekê hat vemirandin

16 December 2020 20:37 0 dîtin
Sewata kelgeha petrolê ya Kerkûkê pistî hefteyekê hat vemirandin

PeyamaKurd - Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar Îsmaîl ragihand ku şewata piştî teqandina boriyan li kelgeha Xebaze ya Kerkûkê piştî hefteyekê hat kontrolkirin.

Wezîrê Iraqî da xuyakirin: “Agirê li her du bîrên petrolê yên hejmara 33 û 44 ên kêlgeha petrolê ya Xebaze ya li parêzgeha Kerkûkê bi demeke rekor hatiye temirandin.”

Şewata li kelgeha petrolê piştî teqandina boriyan bi rêya bombeyan rû dabû ku ev hefteyeke agir nehatibû vemirandin.

Hêjayî gotinê ye, piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an komên curbecur ên çekdar ku li Kerkûkê bicih bûne nikarin kelgehên petrolê biparêzin ku gelek caran rastî êrîşan tên.

Hat diyarkirin ku zirara teqandina wan her du bîrên petrolê, rojane ji hezar bermîlan heta du hezar bermîl petrol e.

Di nava mehekê de sê caran êrîş li ser kêlgeha Xebaze ya li başûrê Kerkûkê hatiye kirin.