Di dosya xwendina xutbên Kurmancî de, ceza dan 16 kesan

25 October 2024 23:47 0 dîtin
Di dosya xwendina xutbên Kurmancî de, ceza dan 16 kesan

PeyamaKurd – Bi sedema ku bi Kurmancî xutbe xwendine û waaz dane, li endam û rêvebirên DİAYDERê doz hatibû vekirin û di encamê de dadgehê ceza da 16 kesan. Parêzerê dozê Bedirhan bi sedema lêpirsîna di dozekî dinê de, di wexta darazê de hat binçavkirin.

Mijara dosya doza xutbê ewe ku Rêxistina Alîkariyê û Hevkariyê ya Alimên Dîn (DİAYDER), bi serokê xwe û 23 endamên xwe ve, bi sedema ku ‘endamên rêxistinê’ ne û ‘propoganda rêxistine’ kirine, li wan doz hatibû vekirin.

Di encamê de dadgehê 7 sal û 6 meh da serokê DİAYDERê Ekrem Baran û 3 kesên din. 6 kes beraet kirin û kesên din cezayên cuda sitendin.

Daraz, li Îstenbolê li dadgeha cezayê giran di ya 14em de dihat kirin. Dadgehê biryara xwe da û ji bo Halil Bulut û Hasan Karahan beraetê da. İbrahim Yalın, Abdulhadi Öztekin, Ali Demir û Mehmet Nas beraet kirin, ji ber Enver Karabey wefat kiribû dosya wî ket.

Ali Fuat Hatip, Aydın Ayhan, Fahrettin Ülgün, Hafit Tunç, İbrahim Şek, Nasri Tonguç, Nezir Erdemci, Nur Mehmet Işık û Mehmet Şimşek, ji ber endamtiya rêxistina terorê her yek 6 sal û 3 meh cezayê hebsê dan wan.

Ekrem Baran, Mehmet Emin Aslan û Rıza Oğur ji heman sûcê her yekî 7 sal û 6 meh cezayê zîndanê sitend.

Fevzi Barış, Lütfi Büyükefe, Sefa Mehmetoğlu û Mehmet İnan her yek salekî û 3 meh ceza sitendin.