Di du êrîsên terorî yên li Bûrkîna Fasoyê de 18 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Li Bûrkîna fasoyê li bakûr û bakûrê rojavayê wê 2 êrîşên terorê çêbûn û di encamê de 18 ket hatin kuştin. Li gor çapemeniya cîh; do li bajarê Bam ê ku dikeve bakûrê welat, êrîşê ser hêzên mîlîs kirine û di encamê de 6 kesên xwebexş bi temamî 7 kes hatine kuştin.
Di heman rojê de li bakûrê rojhilat li bajarê Nayalayê konwoya ku ji leşker û xwebexşan pêk dihat ket kemîna terorîstan. Di encamê de 11 mîlîs hatin kuştin.
Li welatê cîran li Maliyê grûbên bi ser DEAŞ û El Kaîde ve gelek caran êrîşan dibin ser bakûrê Bûrkîna Fasoyê. Tevgerên weha ji sala 2015an heya niha dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin