Asayîsa Kurdistanê: Yek ji wan ya PKKê 2 planên êrîsên terorîstî hatin pûçkirin
PeyamaKurd - Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên wan di çend rojên borî de, çend planên hewlên êrîşên PKKê yên têkdanê li nav Herêma Kurdistanê pûç kirine û hejmarek kes jî desteser kirine.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê da xuyakirin, “Di encama operasyona hêzên Asayişê de, du plan hatin pûçkirin ku yek ji wan ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve plan jê re hatibû danîn, lê bi alîkarî û hemahengiya navbera hêzên polîs û asayiş, istixbarat û dije terora Herêma Kurdistanê hatin betalkirin. Hinek ji plandanerên wan hewlan jî têkiliya wan li gel xelkên derveyî Iraqê û niştecihê welatên Ewropayê heye û ji aliyê wan ve hatine arastekirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ew kes û aliyên ku biryar bû bibin armanca van êrîşên terorîstî, hatine agahdarkirin û rêkarên pêwîst jî ji bo parastina diplomat û xwedan karên biyanî li Herêma Kurdistanê hatine pêkanîn.”
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di berdewamê de diyar kir: “Piştî lêkolînan û lidûçûnên hûr, hêzên polîs û asayişa herêmê, çend kesên têkildar bi van planan desteser kirine. Bi rêya Polîsê Navdeweltî (Interpol) jî em dê daxwaza hemahengî û alîkariyê, ji hevkarên xwe yên navdewletî bikin, ji bo desteserkirina kesên din ku di vê planê de dest hene.”
Asayîşa Kurdistanê li ser hurgiliyên planên êrîşan wiha pê de çû; “Di keysa duyem de 12 kesên gumankirî hene ku têkiliya wan bi PKKê heye, herwiha çend kesên din jî destê wan tê de heye, ku li çend welatan niştecih in di nav de jî Ewropa, ku plana êrîşkirina ser konsulxaneyekê li Hewlêrê û terorkirina dîplomatên nav konsulxaneyê û êrîşkirina ser kompanyayên taybet ên wî welatî li herêmê danîbû. Ev ji bilî hewlên wan bo êrîşkirina ser kompanya û brandên cîhanî û welatên rojavayî li Herêma Kurdistanê. Piştî zêdetir ji 4 mehan çavdêrîkirina wê komê ji aliyê hêzên asayişê ve, çê bû ku canê çend kesan bê parastin, di nava wan de jî du welatiyên Sûrî hene. Kesên gumanlêkirî li gor madeya 1 a yasaya 21 a sala 2003 dê radestî dadgehê bên kirin.
Di kêsya duyem de, piştî zêdetir ji salekê ji lidûvçûnan, heta niha 8 kes hatine desteserkirin, ku hemû welatiyên Iraqê ne. Vê grûpê hewla terorkirina parêzgarekî Herêma Kurdistanê û encamdana çend karên tundûtîj li herêmê bi giştî û parêzgeha Duhokê bi taybetî daye. Herwiha wan plana êrîşkirina ser dezgehên Hikûemta Herêma Kurdistanê û têkdana Asayişa herêmê danîbûn, di demeke nêzîk de, kesên gumanbar , dê li gor madeya 1 a yasaya 21 a sala 2003 radestî dadgehê bên kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin