Besîkcî: Êrîsên PKKê yên ser Pêsmerge besek ji plangeriya dijî statûya Kurdistanê ye

14 June 2021 15:27 0 dîtin
Besîkcî: Êrîsên PKKê yên ser Pêsmerge besek ji plangeriya dijî statûya Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Civaknas Dr. Îsmaîl Bêşîkcî li ser êrîşên vê dawiyê yên PKKê li dijî Pêşmergeyên Kurdistanê nirxandin kir û got, êrîşên PKKê yên li dijî Pêşmerge beşek ji komployên herêmî yên li dijî Herêma Kurdistanê ye.

Îsmaîl Bêşîkcî ji K24 re daye xuyakirin,  ya ku PKK li dijî Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dike, qebûlnekirina hikûmeta Kurdistanê ye ku dixwaze statûya Herêma Kurdistanê nehêle.

Bêşîkcî daye zanîn, ji sedsala borî ve komplo û planên navdewletî li dijî gelê Kurdistanê têne danîn û êrîşên PKKê li dijî Pêşmerge jî beşek ji komplo û planên nîzama navdewletî ya li dijî Herêma Kurdistanê ye.

Dostê gelê Kurdistanê Beşîkcî got, PKK li dijî dewleta kurdî ye û ji bo berjewendiyên welatên herêmê jî dijatiya her xebata li hemberî avakirina dewleta kurdî dike.

Bêşîkcî bibîr xist, ji ber ku PDK partiyeke serxwebûnxwaz e û rêbertiya referandûma serxwebûna Kurdistanê kiriye bi berdewam rastî êrîşa PKKê tê.