Encûmena Asayîsa Kurdistanê: Komeke terorî ya girêdayî PKKê hat girtin

17 January 2023 21:20 0 dîtin
Encûmena Asayîsa Kurdistanê: Komeke terorî ya girêdayî PKKê hat girtin

PeyamaKurd - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, îro 17ê Çile roja Sêşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan komeke terorîstî ya girêdayî PKKê desteser kiriye ku plana êrîşên terorî yên bi bombeyên vedayî dikirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin, koma terorî ya hatiye girtin, çavdêriya otombîlên leşkerî û kesayetiyên olî, civakî û siyasî ji bo kiryarên terorîstî dikirin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê eşkere kir ku wê komê plan kiriye ku teqînan li kampên (Şerîa, Bersive, Kebarto û Şêxan) li parêzgeha Duhokê pêk bîne ku xuşk û birayên Êzîdî yên piştî êrîşa terorîstên DAIŞê ji Şingalê hatine û li wir bicih bûne.