Encûmena Asayîsa Kurdistanê: Ti kes ji ber kêseyên siyasî û azadiyan koçber nebûye
PeyamaKurd - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser diyardeya koçkirinê ya ji bo welatên rojava belav kir û tê de ragihand, heta niha ti kesek li herêma Kurdistanê ji ber kêşeya siyasî û azadîyên kesî neçar nebûye seferê bike. Encûmena Asayîşê da zanîn, beşek ji wan koçberên li sînorê Belarûsê asê mane ji aliyê PKKê, komek qaçaxçî û hin kompanî û bazirganên siyasî ve hatine îstixlalkirin.
Encûmena Aasayîşa Herêma Kurdistanê îro 14ê Mijdarê da xuyakirin, demeke diyardeya koçkirinê ji bo welatên rojٔava serî hildaye ku hinek hemwelatîyên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtna mafê penaberiyê berê xwe dane Belarûsê da ku bikaribin mafê penaberiyê li welatên rojٔava werbigirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hatiye gotin: “Beşek ji wan hemwelatiyan ji aliyê PKKê û komeke qaçaxçî û hinek kompanyayên geştiyariyê û hinek bazirganên siyasî hatine îstîxlalkirin. Bi behaneyên cûrbecûr bixine rû û tometê li ser Herêma Kurdistanê bikin, daku ji bo dosyeya xwe ya wergirtinê di wan welatan de bihêztir bikin.”
Encûmena Asayîşa Kurdistanê diyar kir, “Herêma Kurdistanê bûye pêgeheke aram ji bo pêkvejiyan û ٔazadîya takekesî ji ber wê ye jimareyeke zor li xelkê biyanî û welatên dorûber û herêmên din û Iraqê sûdê ji wê aramiya Herêma Kurdistanê wergirtine ji bo cihê nîştecêbûn û mayînê pena xwe anîne. Herwiha ji aliyê derfetan baştirkirina jiyanê li Herêma Kurdistanê di warê pêşdexistinê de gavên baş avêtine û bûye cihê serdana xelkê derve yê herêm û derfeta bidestanîna derfeta kar a zortir rexsandiye û xelkê Herêma Kurdistanê sûdmendin ji wê pêşveçûnê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin