Encûmena Asayîsa Navdewletî li ser kêseyên Rojhilata Navîn dicive
PeyamaKurd – Nûnerê welatê Viyetnamê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Dang Dinh Quy ragihand, Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî, di nava vê mehê de civînên têkildarî Sûriye, Yemen û çareseriya li Rojhilata Navîn pêk tîne.
Nûnerê Viyetnamê li NY Dang Dinh Quy got, Encûmena Asayîşê 8ê Nîsanê wê gelek civînan li dar bixe û gotûbêjên ewil 8ê Nîsanê li ser mijara paqijkirina mayinan pêk tên.
Hat diyarkirin ku 22yê Nîsanê jî wê bi beşdariya nûnerên Îsraîl û Filîstînê gotûbêjek derbarê çareserkirina aloziya Filîstîn-Îsraîlê de pêk were.
Dîplomatê NY da zanîn, wê Encûmena Asayîşa Navdewletî 6ê Nîsanê çekên kîmyewî ên Sûriyê û rêkeftina siyasî li Sûriyê û herwiha aloziyên li Yemenê jî gotûbêj bike.
Dang Dinh Quy diyar kir ku Encûmena Asayîşê rewşa Myanmarê ku darbeya leşkerî hatiye kirin jî bi baldarî dişopîne û 9ê Nîsanê civînek tê lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin