Kerkûk | Di salekê de 900 êrîsên terorîstî pêk hatin

03 January 2022 22:00 0 dîtin
Kerkûk | Di salekê de 900 êrîsên terorîstî pêk hatin

PeyamaKurd -Berpirsê Asayişa Kerkûkê Idrîs Refhet eşkere kir ku sala borî li Kerkûkê nêzîkî 900 çalakiyên terorîstî hatine kirin.

Berpirsê asayişa Kerkûkê, Idrîs Refhet ji BasNewsê re daye xuyakirin, sala borî 891 çalakiyên terorîstî yên cur bi cur li Kerkûkê hatin kirin. Herî zêde jî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve ew çalakî hatine kirin ku piranî jî êrîşên li dijî hêzên Iraqî û gundan bûne.

Idrîs Refhet got, “Êrîşên terorîstî yên DAIŞê sala borî ji yên salên din cudatir bûn. Metirsiyên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê gelekî zêde bûn û gihîşt wê astê ku êrîşî hêzên Pêşmerge jî bike. Ev jî nîşan dide ku metirsiyên DAIŞê li gorî sala 2020 pir zêde bûne.”

Berpirsê asayişa Kerkûkê anî ziman, ji ber ku deverên jêrîn yên Kerkûkê operasyonên hêzên ewlehiyê kêm bûne, çalakiyên DAIŞê pir zêde bûne. Bi taybet li deverên ku Pêşmerge lê nemane, êrîş û metirsî zêde bûne.

Berpirsê asayişa Kerkûkê da zanîn, ji ber ku ew hêzên Iraqî yên li Kerkûkê hatine bicihkirin, ne xelkê wê parêzgehê ne, ji dil berevaniya xelkê nakin û xelk jî vê yekê dibîne û alîkariya wan nake, bi vî rengî DAIŞ jî ji vê yekê sûdmend dibe û êrîş dike.