Di êrîsa ser bajarê Cenînê de 9 kes mirin û 80 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Di êrîşa hêzên Îsraîlê yên hewayî de, li Rojavayê Şerîayê li bajarê Cenînê 9 kes mirin û 80 kes birûndar bûn. Wezareta tenduristiyê ya Fîlîstînê encamê ragihand. Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê nahêle tîmên tenduristiyê bigihên bajêr û êrîş dewam dikin. Wezaret ragihand ku tîmên tenduristiyê li dora bajarê Cenînê li Nablûs, Kalkiya û navendên din yên tenduristiyê ji bo mudaxeleya tenduristiyê rawestiyan e.
Wezîrê tenduristiyê yê Fîlîstînê Mey Keyle bangî civaka navdewletî kir ku êrîşên Îsraîlê rawestînin û bikin u ambulans xwe bigihînin bajêr. Daxwuyanineka weha ji Xaça Sor ya Fîlîstînê jî hat kirin.
Îsraîl, ber bi kampa Cenînê de diçe, zerarê daye avahiyên bingehîn yên kampê, li dora kampê dengê teqînan tê û gelek drone di semayê kampa Cenînê de difirin. Televizyona Fîlîstînê ya dewletê jî ragihand ku artêşa Îsraîlê dora mizgefta El-Ensarê girtine û dixwazin ku yên di mizgeftê de teslîm bibin.
Tûxayên leşkerî yên İzeddin Qassam yên rêxistina Hamasê bi nivîskî ragihandiye ku li dora mizgeftê şervanên Fîlîstînê ji bo eskerên Îsraîlê kemînan danîne û li Îsraîliyan dixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin