Di êrîseke asmanî de 9 milîsên Îranî hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke asmanî ya ser komên milîsên çekdar ên Îranê li Dêrazora Sûriyê de, 9 milîsên Îranê hatin kuştin.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmî, êrîşeke asmanî bi ser hêzên girêdayî Sipaha Pasdarên Îranê yên li rojhilatê Dêrazorê hatiye encamdin û li gorî agahiyên destpêkê 9 milîs hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne.
Berpirsiya wê êrîşa asmanî hîn ti aliyekî li xwe negirtiye, lê belê gelek caran Îsraîl li Sûriyê êrîşan dibe ser hêzên girêdayî Îranê.
Herwiha hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî li herêmên kontrola HSDê yên li Rojhilatê Çemê Firatê yên Dêrazorê dimînin.
Li navenda Dêrazorê û gundewarên wê jî hêzên Esed û komên milîs ên girêdayî Îranê bicih bûne ku Supaya Pasdarên Îranê fermandariya wan hêzan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin