Di hefteyekê de sê caran êrîsî nexwesxaneyên Kurdistanê kirin

21 June 2020 19:04 0 dîtin
Di hefteyekê de sê caran êrîsî nexwesxaneyên Kurdistanê kirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku di nava hefteyekê de 3 caran êrîş li nexweşxaneyan hatiye kirin.

Wezareta Tenduristiyê îro 21ê Hezîranê ragihand, ev çend meh in karmendên tenduristiyê û fermanberên tenduristiyê bêyî guh bidin mandîbûnê li dijî vîrusa koronayê kar dikin û xizmeta hemwelatiyan dikin û wek serbazên winda çavnetirsane bûne mertalê parastinê û çareserkirina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.

Wezaretê da zanîn, bi giştî karmendên rêveberî û fermangehên dijî nexweşiya vîrusa koronayê bi fedekarî xizmetguzariyê bo hemwelatiyan dikin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand, di nava hefteyekê de 3 caran êrîş li bijîşk û karmendan hatiye kirin û heqaret li wan hatiye kirin ku nexweşxane û fermangehên tenduristiyê milkê giştî yên hemwelatiya ne û cihên pîroz in.

Wezareta Tenduristiyê daxwaz ji hemwrelatiyan kir rêzê li karmendên nexweşxaneyan û bijîşkan bigirin û beramber her karekî ne yasayî yên dijî karmendên tenduristiyê serî li rêyên yasayî bidin.