Di heqê du parlamenterên HDPê de lêpirsîn!

17 July 2018 12:47 0 dîtin
Di heqê du parlamenterên HDPê de lêpirsîn!

PeyamaKurd- Li navçeya Trabzonê ya bi navê Maçkayê çekdarekî PKKê yê bi navê Mehmet Yakişir di şerekî de  hatibû kuştin. Li gorî îddayan wekîlên HDPê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari jî beşdarî cenazeyê çekdarê PKKê bûbûn. Li ser vê yekê di derheqê Farisogullari û Tosun de lêpirsîn hate destpêkirin.

Serdozgeriya Amedê li dijî van her du wekîlên HDPê bi sûcê “propagandaya terorê” sûcdar kirin.

Wekîlên HDPê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari li Amedê li navçeya Baglarê li ziyareta Yenikoyê beşdarî cenazeyê çekdarê PKKê Mehmet Yakişir bûbûn.