Serdozgeriya Enqerê ji bo Kongreya HDPê lêpirsîn da destpêkirin
PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Enqerê derbarê 5. Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku îro 3yê Tîrmehê hat lidarxistin, lêpirsîn da destpêkirin.
Hat zanîn ku serdozgeriyê lêpirsîn bi hinceta “bilindkirina dirûşman û diruşmên propagandaya rêxistina terorê” lêpirsîn daye destpêkirin û hêzên emnî jî ji bo desteserkirina hejmarek kesan hatine erkdarkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di daxuyaniyekê de ragihand, bi sedema dirûşmên ku îro di 5. Kongreya Asayî ya HDP'ê de ya li Salona Sporê ya Girtî ya Enqerê hatine dayîn, bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê" lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê, di kongreyê de heta niha nasnameya 4 gumanbaran hatiye diyarkirin û hatiye gotin: “Li gor fermana ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat dayîn, xebatên tesbîtkirina hemû gumanbaran û şandina wan ji bo Serdozgeriya Komarê ji aliyê ekîbên Rêveberiya Şaxa TEMê ya Rêveberiya Ewlekariya Parêzgeha Enqerê ve didome.”
Di kongreya 5emîn a HDPê de, Pervîn Buldan û Mithat Sancar careke din wek Hevserokên partiyê hatin hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin