Serdozgeriya Ankara bo kongreya HDPê lêpirsînê dike
PeyamaKurd- Li Ankara di kongre ya HDP ê ya 4 em de bi sedema slaytekî ji wêneyên serokê PKKê Abdullah Öcalan hat nîşandan, serdozgeriya Ankarayê lêpirsînê da destpêkirin. Li gor ragihandina serdozgeriya Ankarayê bi sedema di kongreya 4 em ya HDPê de ji wêneyên Abdullah Öcalan pêşandanekî wêneyan çêbûye û di derbarê kesên ku slaytê amade kirine û nîşan dane ku navên wan hatiye tesbîtkirin, biryara binçavkirina 15 kesan hat dayîn.
Sûrcê ku di biryarê de hat nîşandayîn; “propogande ya rêxistina çekdar ya terorê” ye. Ji 15 kesan 14 ji wan hatine binçavkirin û rêvebiriya asayîşa Ankara li gumanbarê dinê diğere.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin