Di hilbijartinan de 30 siyasetvanên berê yên ji Partiya Komarî wê pistgiriyê bidin Biden
PeyamaKurd - Di hilbijartinên nû yê bo serokatiya Amerîka de, bi qasî 30 sîyasetvanên berê yên ji Partiya Komarî, wê piştgiriya berbijarê Partiya Demokrat Joe Biden bikin.
Li gor kampanya hilbijartinê ya Biden diyar kir, 27 endamên Kongresê, yên Komarî yên berê ji ber ‘’serneketin’’a Trump ji partiya xwe vekişîne.
Biryar e piştî vekîşîna wan sîyasetvanan, kampanyeke neteweyî ya bi navê ‘’Komariyên Piştgiriyê Didin Biden’’ dest pê bike.
Ji Partiya Komarî, sê senatorên berê jî dê piştgiriyê bidin Biden.
Senatorê berê yê Arizona Jeff Flake, Senatorê berê yê New Hampshire Gordon Humprey û Senatorê berê yê Virginia John Warner diyar kirin, wê piştgriyê bidin Joe Biden.
John Warner, ku piştî 30 salên li Civata Senatoran di sala 2009’an de xatir ji wir xwestibû, di meha Adarê de li ser berbijariya Trump gotibû ‘’qumar’’ e û diyar kiribû ku ew ê piştgriya Biden bike.
Parêzgarê berê yê Ohio John Kasich, Parêzgara berê ya New Jerseyê Christine Todd Witman û Wezîrê Derve yê berê Colin Powell jî diyar kirin ku wê piştgiriyê bidin Biden.
Berbijarê Partiya Demokrat Joe Biden, berî axaftina xwe ya ser qebûlkirina berbijariyê dabû zanîn, 70 payabilindên ku berê di rêvebirîyên Komarî de cîh girtine, bi nameyekê diyar kirine ku ‘’Trump ne li gor rêberiyê ye’’ û ew ê piştgiriya wî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin