Di Kabîneya 9em de dîplomasiyeke xurt û gavên rast hatin havêtin

10 July 2023 14:30 0 dîtin
Di Kabîneya 9em de dîplomasiyeke xurt û gavên rast hatin havêtin

PeyamaKurd- Di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de yek ji karên sereke yên kabîneyê, bihêzkirin û neteweyîkirina pêwendiyan li ser asta navdewletî bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî bûyerên 16ê Cotmehê jî di qonaxa herî dijwar de bi rast xwendina pêwendiyên herêmî û navneteweyî, bi vîneke hêzdar; di pêwendiyên navneteweyî de gavên rast havêtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di heyama 4 salên derbasbûyî de 1257 civîn ligel serokên dewletan, serokwezîr, balyoz, konsul, nûner û şandên biyanî  kirin.

Ji aliyê din ve jî zêdetirî hezar û 500 hevdîtin û serdan bi rêya Fermangeha Pêwendiyên Derve hatine kirin.

Serokwezîr Barzanî, di heyama erka xwe ya Serokatiya Hikûmetê de 183 hevdîtin ligel serokên dewletan, serokwezîr û cîgirên serokwezîrên welatên cuda kirin û 67 telefon û name ji serkirdeyên cîhanê wergirtin.

Serokê Hikûmetê, di vê heyamê de 27 civînên çapemeniyê li dar xistin û serokatiya 216 civînên Civata Wezîran kir.

Hevdîtinên herî girîng ên dîplomatîk ên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên di heyama erkdariya xwe de bi vî awayî ne:

- Di sala 2021ê de bi Serokê Vatîkanê Papa Francis û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kiribûn.

- Civîna ligel Wezîrê Dadê yê Hollandê ku sala 2022yan serdana Hewlêrê kiribû.

- Di sala 2022yan de li Hewlêrê bi nûnerên konsulxane û nûneratiyên dîplomatîk re civiyabû.

- Di sala 2022yan de bi Wezîrê Parastinê yê Hollandê re hevdîtin kiribû.

- Di sala 2022yan de li Hewlêrê bi Serokomarê Macarîstanê Katalin Novak re hevdîtin kiribû.

- Di sala 2022yan de bi Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni re hevdîtin kiribû.

- Di sala 2023yan de ligel Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê û Balyozê Rusyayê yê Bexdayê hevdîtin kir.

- Di sala 2023yan de li Hewlêrê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re civiya.

- Di sala 2023yan de bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin re hevdîtin kir û di heman rojê de bi şanda Banka Cîhanê re civiya.

- Di Adara 2023yan de ligel Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, şanda Parlamentoya Ewropayê, Rêvebera Giştî ya UNESCOyê, Balyozê Îtalyayê yê Bexdayê û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiya.