Di kana komirê de qeza: Gelek mirî û birîndar hene

21 December 2023 21:13 0 dîtin
Di kana komirê de qeza: Gelek mirî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hate ragihandin li bakurê rojhilatê welatê Çînê di kaneke komirê de qeza çûbûye û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyan, di kana Kunyuan a li bajarê Jixi yê eyaleta Heilongjiangê de, du vagonên bar li hev ketine û qulibîne.

Hate ragihandin ku di encama qezayê de, 12 karkerên kanê can dan û 13 jî birîndar bûn. Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dikin.