Di Konseya Hevkariya Kendavê de peymana bidawîkirina krîza ligel Qeterê hat îmzekirin

05 January 2021 21:13 0 dîtin
Di Konseya Hevkariya Kendavê de peymana bidawîkirina krîza ligel Qeterê hat îmzekirin

PeyamKurd – Civîna 41emîn a Konseya Hevkariya Kendavê ku Erebistana Siûdî seroktiya wê kir, bajarê el-Ula yê Erebistana Siûdî bi beşdariya serokên welatên kendava erebî pêk hat.

Di civîna ku li ‘Eywana Maraya’ bi neynikan hatiye nixumandin hat kirin de, Cîgirê Şahê Siûdî Muhammed bin Selman axaftinek kir û ji bo çareserkirina krîza kendavê ya digel Qeterê spasiya Amerîkayê kir.

Selman herwiha bal kişand ser gefên Îranê yên pêşxistina karên atomî li ser ewlehiya navdewletî û got: “Bernameya nukleerî ya Îranê hem ji herêmê re hem jî ji bo ewlehiya navnetewî gefek e.”

Selman li ser îmzekirina peymana çareserkirina krîza kendavê ku ji nû ve têkiliyên bi Qeterê re têne asayîkirin diyar kir ku dê ew peyman biratiya navbera dewlet û gelên me de bihêz bike.