Moskowê Peymana Hevkariya Stratejîk a bi Tehranê re rawestand

12 June 2024 15:23 0 dîtin
Moskowê Peymana Hevkariya Stratejîk a bi Tehranê re rawestand

PeyamaKurd – Rûsyayê ragihand ku peymana hevkariya berfireh a Rûsya û Îranê, ji ber cudahiya nêzîkatiya Îranê hatiye rawestandin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hate gotin ku ji ber cudahiya bîr û baweriyan pêvajoya pêşxistina peymana hevkariya berfireh a bi Îranê re hatiye rawestandin û hate destnîşankirin ku pirsgirêk li ser asta nêzîkbûna her du welatan derketiye holê.

Xebatên li ser peymana nû, ku dihate xwastin ku pêwendiyên Tehran û Moswê bigihîne asta hevkariya stratejîk, du sal berê dest pê kiribû, lê belê astengiyên di danûstandinan de bûn sedema taloqkirina îmzekirina vê peymanê.

“Ji ber pirsgirêkên Îranê hate rawestandin”

Serokê Beşa Duyem a Asyayê ya Wezareta Derve ya Rûsyayê Zamîr Kabulov ragihand, ku weke pêşhateyeke bêmînak, li ser peymana hevkariya berfireh a di navbera her du aliyan de “ji ber pirsgirêkên ji aliyê Îranê ve derketine hatiye rawestandin.”

Kabulov bêyî ku bikeve nav hûrgiliyan got: “Proje di destpêka îsal de gihişt asteke bilind, lê belê piştre hevkarên Îranî di peymanê de hin guhertinan kirin û ev jî bû sedema rawestandina vê peymanê.

Piştî daxuyaniya Kabulov a tund, Wezareta Derve ya Rûsyayê lez da ku gotinên Kaplov nerm bike.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku xebatên li ser peymanê didmin û anî ziman ku dibe ku di hin mijaran de demname bê guhertin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku nîvê peymanê bi temamî hatiye hevahengkirin, lê belê pêwîstiya Tehranê bi pêkanîna çend gavên prosedurî ​​heye ku peyman ji bo îmzekirinê amade bibe.