Amerîka û Ermenistan peymana hevkariya nukleerî ya stratejîk îmze kirin

02 May 2022 23:39 0 dîtin
Amerîka û Ermenistan peymana hevkariya nukleerî ya stratejîk îmze kirin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û wezîrê karên derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan di babeta hevkariya stratejîk ya sîvîl ya nukleerî de, peymanekî îmze kirin. Her dû wezîr li Washington a Amerîkayê, di wezareta karên derve de hatin cem hev. Lihevkirina xwe bi navê MOU navandin. Blinken di mijarê de weha got:

“Armanca vê civînê ew e ku hevkariya navbera her dû dewletan dewam bike, kûrtir bibe û ji nûh de diyaloga xwe bidin destpêkirin. Ji ber ku me ji niha de vêya kir, em gelek dilxweşin. Peyman, wê rêya nû ya hevkariyê di navbera Amerîka û Ermenistanê de veke. Li gor min; peyman têkiliyên di navbera me de wê xwurt bike.”

Di mijarê de wezîrê karên derve yê Ermenistanê axaftineka weha kir:

“Em îsal 30 yem salvegera danîna têkiliyên dîplomatîk yên navbera her dû dewletan pîroz dikin. Me di van salan de karibû têkiliyên xwurt yên li ser bingeha demokrasî, mafên mirovan û serdestiya hûqûqê deynin. Di vê hevdîtinê de, em li ser rêyên kûrkirina mijarên reformên demokratîk, edalet, karên bankayan û yên di seha parastinê de biaxifin û hem bergirtina rêyên li ber bertîlan û gelek sehayên din de hûr bibin.”