Amerîka ji hevdîtinên peymana nukleerî bi hêviye
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price ragihand ku Amerîka ji hevdîtinên Viyanayê yên nukleerî bi hêviye. Price şiroveya xwe di civîna çapemeniyê ya rojane de kir. Price, li ser gotinên wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf yên ku ketine ser çapemeniyê şiroveyan nekir. Price weha got:
“Bi giştî dikarim bêjim ku mijarên siyaseta hundir çi dibe bila bibe, di sala 2015 an de me karibû muakereyên peymana nukleerî bi serkeftî bikira. Eger Îran dagere ser berpirsiyariyên xwe yên berê, ev nîşan dide ku potansiyela me heye em car din ji nûh de bikin. Em îro jî bi heman hevkaran re bi hevre ne. Em dixwazin li Viyanayê bibînin bê em dikarin heman tiştê bikin an na.”
Price ragihand ku rêyeka dûr li ber wan heye û eger Îran dagere ser peymana berê, Amerîka amade ye û weha dewam kir:
“Mesafeya pêşiya me ji ya ku em tê de çûne, zêdetirê wê maye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin