Parlamentoya Erebî û Konseya Hevkariya Kendavê êrîsa ser Hewlêrê sermezar kirin

13 March 2022 21:02 0 dîtin
Parlamentoya Erebî û Konseya Hevkariya Kendavê êrîsa ser Hewlêrê sermezar kirin

PeyamaKurd – Parlamentoya Erebî, Konseya Hevkariya Kendavê û welatên Urdin û Misirê li ser êrîşa Îranê ya moşekî bi ser Hewlêrê de daxuyaniyên şermezarkirinê belav kirin.

Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya welatên kendavê Nayif el-Hacraf, êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir û piştevaniya xwe bo Iraqê nîşan da.

Parlamentoya Erebî jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ew êrîşa tirsonekî ya ser Hewlêrê şermezar dikin û bang li aliyên iraqî kir li dijî wan êrîşan helwesteke netewî ya yekgirtî werbigirin.

Wezîrê Derve yê Urdinî Eymen es-Safedî li ser medya civakî ragihand ku ew ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên axiviye û diyar kir, ew êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê şermezar dikin û got, ewlekarî û aramiya Iraqê stûna ewlehiya herêmê ye.

Wezareta Derve ya Misirê jî peyamek belav kir û êrîş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Misir vê êrîşa qelaşî şermezar dike û piştgiriyeke tam dide Iraqa bira. Misir piştgiriyê dide bergiriyên bo ewlehî û îstiqrara Iraqê.”