Di lehiya ji ber baranê de 14 kes mirin
PeyamaKurd – Li Pakistanê ji roja şemiya çû de barana ku hatiye bûye sedema rabûna lehiyê û ji ber lehiyê û qezayên trafîka ji ber lehiyê, jimara miriyan gihaye 14 kesan. Li herêma Azad Keşmîrê de, kesekî miriye û 5 kes birîndar bûne. Heya niha 8 tûrîst wenda ne. Ji ber ava rûbarî zêde bi şid diherike, rêvebiriya welat wan weke mirî ragihand.
Li eyaleta Belûcistanê jî bi sedema rabûna lehiyê 5 kes jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku wê di temamê heftê de baran dewam bike. Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, xwest ku tîmê afetê û rizgarkirinê her wext li hemberê bobelatan amade bin.
Havîna borî li Pakistanê ji ber baranê 33 milyon kes ji baranê bandorê dîbûn û 1.739 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Zerara baranê ya li ser aboriya Pakistanê gihabû 30 milyar dolarî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin