Di nav 10 rojan de, herî kêm 84 hezar tûrîstan serdana Hewlêrê kirine
PeyamaKurd – Rêveberiya Tûrîzmê ya Parêzgeha Hewlêrê diyar kir, di nav 10 rojan de, herî kêm 84 hezar tûrîstan serdana Hewlêrê kirine.
Li gor Berdevka Rêveberiya Tûrîzmê ya Hewlêrê Nerîman Fazil daye zanîn, ji roja 20 Kanûna sala 2020 ve heta niha, herî kêm 84 hezar tûrîstan serdana bajarê Hewlêrê û deverên din yên parêzgeha Hewlêrê kirine.
Herwiha Nerîman Fazil destnîşan kiriye, tevahiya wan tûrîstan, ji deverên navîn û başûrê Iraqê hatine. Ji welatên biyanî tu kes nehatiye, çimkî him deriyên sînorî him jî balafirxane ji ber Koronayê girtî ne.
Berpirsa Hikûmetê eşkere kiriye, 15 cihên giştî û tûrîstî ji ber binpêkirina pîvanên tenduristiyê hatine girtin û sizadan û got, tedbîrên tenduristiyê dê heta roja 15 meha Çile ya sala 2021 bidomin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin