Di navbera bajarên Riwansar û Kirmasanê de qeza çêbû: 4 kesan can dan
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê, du otomobîlan di navbera bajarên Riwansar û Kirmaşan de li hev dan û di encamê de, 4 welatiyan can dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor Rêveberê Beşa Lezgîn a Bajarê Riwansar ser bi Parêzgeha Kirmaşanê Luqman Mihemedî diyar dike, di saet 20:00ê şeva derbasbûyî, li nêzîkê gundê Cancan li ser rêya Riwansar-Kirmaşanê, du otomobîlan li hev daye û çar welatiyan can dane.
Luqman Mihemedî eşkere kir, du kesên din jî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyeke Kirmaşanê hatine veguhestin, lê rewşa wan a tendirûstî jî xerab e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin