Di navbera bajarên Bokan û Mihabadê de du otomobîl li hev qelibîn: 8 kesan can dan
PeyamaKurd – Di navbera bajarên Bokan û Mihabadê yên Rojhilatê Kurdistanê de bûyereke trafîkê çêbû û di encamê de 8 kesan can dan.
Li gor Rêveberê Rêxistina Agirvemirandinê ya Mihabadê Rehman Ehmedî diyar kir, do (19/03/2022) saet 16.00an de, du otomobîl li ser rêya di navbera Mihabad û Bokanê de li hev qelibîn.
Rehman Ehmedî eşkere kir, du tîmên hawarçûnê ji Mihabadê gihiştine cihê bûyerê û 5 kes ji wan kesên ku di nav her du otomobîlan de bûn, li cihê bûyerê can dane û 5 kes jî bi giranî birîndar bûne û ew veguhestinin nexweşxaneyê.
Polîsê Trafîka Mihabadê jî destnîşan kir, 3 kes jî ku bi giranî birîndar bûbûn, li Nexweşxaneya Mihabadê can dan û bi vî awayî hejmara qurbaniyan gihîşt 8 kesan. Herwiha rewşa her du birîndarên din jî xerab e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin