Di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilê Kurdistanê de deriyekî sînor vedibe
PeyamaKurd – Cîgirê parêzgerê Helepçe Şahin Riza ji bo Rûdawê ragihandiye ku ji bo vekirina deriyê bi navê Şûşme, temamê amadekariyan temam bûne. Deriyê şûşme wê Helebçe û bajarê Kirmanşanê bi hev ve girêde. Ji bo vekirina derî her dû teref an ku Îran û Herêma Kurdistanê haziriyên xwe temam kirine. Şahîn Riza weha dewam kiriye:
“Ji terefê Îranê û me de temamê amadekariyan hatine kirin. Me rêya çûnê fireh kir. Eger em leqayê pirsgirêkekî nên, wê roja sêşemê ji bo çûnûhatê derî vebe.”
Deriyê Şûşe berê ji kamyonan vekirî bû lê nihe wê rêwî jî tê de derbas bibin. Riza got ku heya niha hukumeta federal derbasbûna di sînor de tesdîq nekiriye lê di mijarê de bi hukumeta federal re dixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin