Di navbera HSDê û komên çekdar ên opozisyonê de ser derket
PeyamaKurd - Di navbera şervanên HSDê û komên çekdar ên opozisyonê de, li Til Temirê şer derket û di encamê de, hejmareke çekdar hatin kuştin.
Li gor zanyariyan, komên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku hevpeymanên Tirkiyê ne, hewla xwevedizînê ji bo nav gundekî Til Temirê dan.
Çavkaniyên xwecihî dan zanîn, şeva borî çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, hewl dan têkevin nav gundê Um El-Kêf ê li rojavayê Til Temirê û li ser wê hewldanê, şer di navbera şervanên Encûmena Serbazî ya Til Temirê ku ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye û komên çekdar de derket.
Herwiha li gor zanyariyan, şervanên Encûmena Serbazî ya Til Temirê, ew hewldana çekdarên opozisyonê têk birin û di encama şer de hejmareke çekdar hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin