Li Girê Spî di navbera HSDê û komên çekdar de ser rû da
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li rojhilatê Dêrazorê rêbendeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rastî êrîşeke çekdarî hatiye û li Girê Spî jî şer di navbera şervanên HSDê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derketiye.
Li gorî nûçeyên ji herêmê tên, hejmarek çekdarên nehatine naskirin, li nêzîkî bajarokê Jazaret el-Bûhumeyid ê dikeve rojhilatê Dêrezorê êrîşî rêbendeke HSDê kirin.
Li gorî zanyariyan di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne û HSDê jî hîn ti daxuyaniyek li ser bûyerê belav nekiriye.
Li aliyê din doh piştî nîvro, li gundewarên Girê Spî şer û pevçûn di navbera şervanên HSD û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derketiye ku komên çekdar pêgehên hêzên HSDê li başûrê rojavayê Girê Spî li bakurê Reqayê kirine armanc.
Çavkaniyan diyar kiriye ku hêzên HSDê bersiva êrîşa çekdarên girêdayî Tirkiyê dane û şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin