Di navbera saredariyên bakur û Iraqê de peyman hat destnîsankirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê û Şaredariya Bexdayê, li ser projeyên xizmet û binesaziyê, peymanek destnîşan kir.
Hat ragihandin ku Parêzgarê Dîlokê Davut Gul û Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Sezer Cihan, serdana paytexta Iraqê ya Bexdayê kir û bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Bexdayê Emmar Mûsa Kazim re civiyan.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku aliyan li ser xizmetên şaredariyê û projeyên binesaziyê li hev kiriye û li ser vê yekê jî girêbesta lihevkirinê destnîşan kiriye.
Li ser mijarê, Şaredarê Bexdayê Emmar Mûsa Kazim got ku
“Rêkeftina me, dê di warê hevkariya sektora xizmetê ya di navbera herdu welat û herdu bajaren de û pêşketina xizmetên şaredariyê yên Bexdayê de destpêkek e.”
Her wiha ji aliyê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Sezer Cihan ve jî axaftin hat kirin û wî jî got ku
“Em ji bo rêkeftina di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê û Şaredariya Bajarê Mezin a Bexdayê de hatin vê derê. Gelek tiştên di ware çand, perwerdehî û bazirganiyê de hene ku herdu bajar ji hev fêr bibin. Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê, di warê sektora xizmetê ya binesaziyê de ji Tirkiyeyê re mînak e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin