Di operasyona HSD û Hevpeymaniyê de berpirsekî DAISê hat girtin
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan di operasyoneke hevbeş a ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, berpirsekî bilind ê rêxistina terorîst desteser kir.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê, di çarçoveya operesyonên hêzên wan û Hevpeymaniya Navdewletî yên li dijî DAIŞê de li Dêrazorê, 16ê Kanûnê operasyonek hatiye encamdan.
Hat ragihandin, di encama operasyona li navçeya El-Kesra ya li Dêrazorê de, berpirsekî payebilind ê DAIŞê ku destê wî di gelek karên terorê yên şaneyan de hebû htiye girtin û ligel wî jî gelek belge hatine destserkirin..

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin