Di protestoyên Jîna Emînî de li eyaleta Qûmê 50 kes xistin binçav

30 September 2022 01:01 0 dîtin
Di protestoyên Jîna Emînî de li eyaleta Qûmê 50 kes xistin binçav

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Qûmê di protestoyên li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî de, hêzên asayîşa Îranê 50 kesan xist binçav. Li gor ragihandina ajansa Îranê ya Fars; yekîneya artêşa Qûmê operasyonê kiriye û tewana wan 50 kesan ew e ku li eyaletê di ser hesabê xwe yê medya civakî de protestoyan birêve birine, broşurên li hemberê rêvebiriyê belav kirine. Rêxisitna îstîxbaratê ya artêşa Îranê ji xelkê weha xwestiye:

“Çalakvanên ku nîzama giştî xerab dikin, wêneyên wan, vîdeo û nasnameya wan ya kesayetiyê ji me re bişînin.”

Li gor ajansa IRNA ya fermî ya Îranê; li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Ormiyê, rêvebirê polîs Hasan Şêxnejad ragihandiye ku li nav bajêr û der û dorê bajêr gelek kesan xistine binçav. Şêxnejad negotiye bê çend kesan xistine binçav lê di derbarê wan de pêvajoya hûqûqî dane destpêkirin.

Rêvebirên fermî nabêjin çend kesan xistine binçav lê li gor texmînan 2 hezar kes zêde di bin çav de ne.