Di qeza çûnûhatê de li Çêrmûgê 7 kes birîndar bûn

12 August 2024 23:08 0 dîtin
Di qeza çûnûhatê de li Çêrmûgê 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Çêrmûgê (Çermik) li ser rêya Çemê Sînekê, du otomobil li hev ketin û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Bûyer, ber destê êvarê çêbû. Navê ajotvan û kesên di otomobîlan de, di qezayê de birîndar bûn nehat zanîn lê tîmên tendursitiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Çêrmûgê.

Hat gotin ku rewşa birîndaran başe û tîmên cendirmeyan li ser rûdanê lêpirsînê dikin.