Li Hezo ya Batmanê di qeza çûnûhatê de keskî mir û 2 kes giran birîndar bûn

10 October 2024 21:25 0 dîtin
Li Hezo ya Batmanê di qeza çûnûhatê de keskî mir û 2 kes giran birîndar bûn

PeyamaKurd – Li ser rêya Hezo (Kozluk) ya Batmanê di qeza trafîkê de otomobîlekî û kamyonet li hev ketin, di encamê de kesekî can da û 2 kes giran birîndar bûn.

Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên îtfaiyê 3 kesên ku di otomobîlê de asê mabûn ji otomobîlê derxistin.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Batmanê ya perwerdê û lêkolînê.