Di êrîsa ser kampa Nuseyratê de 210 kes mirî û 400 kes birîndarin

08 June 2024 18:54 0 dîtin
Di êrîsa ser kampa Nuseyratê de 210 kes mirî û 400 kes birîndarin

PeyamaKurd – Ofîsa medya hukumeta Fîlîstînê ragihand ku Îsraîlê êrîşekî wisa kiriye ser kampa penaberan ya Nusayratê ku heya niha mînakekî weka vê êrîşê tine. Bi dehan balafirên artêşa Îsraîlê, drone û helikopter ji hewa de li kampê xistine û ji bejahiyê de bi tankan êrîş kirine.

Rewşa niha ya ku li nexweşxana Şehîdên El Aqsayê ya bajarê Der el-Balahê heye, bi felaketê bi nav dike û di êrîşan de 210 kes mirine û 400 kes birîndar hene.

Li aliyê dinê serokê Hamasê İsmail Haniye daxwuyaniyekî da û tê de got ku wê xelkê Fîlîstînê xwe teslîmê Îsraîlê neke û heya ewlehiya xelkê tinebe, wê agirbes nebe.