Di rojekê de 76 kes ji ber lêdana brûskê mirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Hindistanê di nav rojekê de ji ber ketina birûskê zêdetirî 76 kes mirin. Hat diyarkirin ku gelek kesên can dane dema wêneyê brûskê digirtin û selfî dikirin brûskê li wan daye.
Berpirsê Rêveberiya Felaketan a Wîlayeta Racistan a Hindistanê ragihandiye ku ji qurbaniyan herî kêm 23 kes li wîlayeta Racistan mirine.
Herwiha hejmarek ji wan kesên ku li ser keleha dîrokî ya li paytexta wîlayetê Caybûr, li brûskê temaşe kirin û wêne digirtin bûne qurbanî.
Serokwezîrê Hindistanê Narîndra Modî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û got, ew dê alîkariyên madî bidin malbatên qurbaniyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin