Di serê DAISê de çekdarekî Hesda Seibî hat kustin û 3 jî birîndar bûn

07 June 2021 17:52 0 dîtin
Di serê DAISê de çekdarekî Hesda Seibî hat kustin û 3 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Duşemê li sînorê bajarê Xaneqînê di navbera çekdarên Heşdî Şeibî û terorîstên DAIŞê de şerekî rû daye ku kuştî û birîndar çêbûne.

Li gorî zanyariyan şer nêzîkî gundê Şefîq li sînorê Xaneqînê di navbera çekdarên Heşdî Şeibî û terorîstên DAIŞê de rû daye.

Efserê binkeyê polîsê nexwaşxaneya Xaneqînê Telet Rifat daye xuyakirin, “Termê çekdarekî Heşdî Şeibî anîn nexwaşxaneya me, ku di wî şerî de hatiye kuştin. Herwiha birîndarek jî anîne nexwaşxaneyê û di bin çavdêriya bijîşkî de ye.”

Polîsê Diyale Felah Mihemed jî ragihandiye ku ziyanên terorîstên DAIŞê di wê êrîşê de heta niha nayên zanîn, lê ji Heşdî Şeibî derveyî kuştiyekî, 3 kes jî birîndar bûne û tenê yek birîndar birine nexwaşxaneya Xaneqînê.