Di serê Îsraîl û Hamasê de hejmara kustiyan girantir dibe!
PeyamaKurd – Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de her ku diçe girantir dibe. Îsraîl ragihand, ji 7ê Cotmehê roja şemiyê heta niha 3 hezar û 268 birîndar rakirine nexweşxaneyan, lê hat diyarkirin ku hejmara birîndarên li Gazzeyê nêzî 5 hezarî ye.
Li gor nûçeya rojnameya Yedioth Aharonothê di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin, do 443 birîndar li nexweşxaneyan hatin dermankirin û ji wan rewşa 105 kesan giran e.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji serê sibeha roja Şemiyê 7ê Cotmehê û vir ve, hejmara birîndarên rakirine nexweşxaneyan gihiştiye 3 hezar û 268an."
Li aliyê din li gorî nûçeya kanala fermî ya Îsraîlê KAN, hejmara Îsraîliyên ku hatine kuştin 1200, birîndar jî 2 hezar û 900 e.
Di nûçeyeke din a rojnameyê de biryara Wezîrê Tenduristiyê yê Îsraîlê Moshe Arbel jî hat dayîn ku Filistîniyên birîndar ên dema êrîşî Îsraîlê kirin, nayên dermankirin.
Li gorî nûçeyê Wezîrê Tenduristiyê Arbel do di nameya xwe ya ji bo Serokwezîr Benjamin Netanyahu de diyar kiribû ku ferman daye dermankirina endamên Hamasê yên ku di êrîşan de birîndar bûne li nexweşxaneyên dewletê bên rawestandin.
Arbel di nameya xwe de got, "Pergala tenduristiyê divê di van demên dijwar de balê bikişîne ser dermankirina leşkerên Îsraîlî û amadebûna ji bo ya ku wê were" û destnîşan kir, pergala tenduristiya giştî ya di bin rêbertiya wî de wê endamên Hamasê derman neke.
Wezareta Tenduristiyê ya Gazzeyê jî ragihand, hejmara kesên ku li bajêr ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane nêzî 1200 kesî ye û birîndar jî nêzî 5 hezarî ye.
Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê Dr. Yusuf Eburriş ji bo rewşa xizmetên tenduristiyê binirxîne li Nexweşxaneya Şîfa ya Gazzeyê kontrol kir.
Eburriş di civîna çapemeniyê ya piştî lêpirsînê de axivî û got, "Hejmara şehîdan nêzî 1200 kesî ye, birîndar jî nêzî 5 hezar kes in."
Eburriş diyar kir, piraniya kuştî û birîndaran zarok, jin û extiyar in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin