Pevçûna Îsraîl û Hamasê: Hejmara kustiyan zêde dibe!
PeyamaKurd – Di şer û pevçûnên di navbera Hamas û Îsraîlê de piraniya wan zarok û jin zêdetirî 3 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê jiyana xwe ji dest dane 1900î derbas kiriye.
Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku ji wan kesên hatine kuştin 614 zarok û 370 jin in û hejmara birîndarên di êrîşan de jî nêzî 8 hezarî ye.
Di daxuyaniya ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat ragihandin, hejmara kesên ku di êrîşên Hamas û komên çekdar ên Filistînê de mirin 200 jê leşker 1400î derbas kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin