Pevçûna Îsraîl û Hamasê: Wê CIA mudaxele bike!

27 January 2024 10:36 0 dîtin
Pevçûna Îsraîl û Hamasê: Wê CIA mudaxele bike!

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo agirbest û peymana pevguhertina girtiyan a mezin a di navbera Hamas û Îsraîlê de muzakere bike, wê Serokê CIAyê William Burns bişîne.

Li gor nûçeya rojnameya The Washington Postê Burns wê di rojên pêş de biçe Ewropayê û beşdarî hevdîtinên bi Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Abdurrahman Al Sanî û hemtayên xwe yên Îsraîlî û Misrê re bibe.

Di van hevdîtinan de, wê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve rawestana herî dirêj a pevçûnan (li Xezzeyê) û serbestberdana hemû girtiyan bê gotûbêjkirin.

Digel ku dema navbera pêşbînîkirî ya şer nayê zanîn, hin raportan îdia kirin ku Îsraîlê agirbestek 60-rojî pêşkêşî berdana hemî girtiyan kir.