Di teqîna li Efrînê de polîsek can da û 2 sîvîl birîndar bûn

04 July 2020 12:03 0 dîtin
Di teqîna li Efrînê de polîsek can da û 2 sîvîl birîndar bûn

PeyamaKurd - Li gor zanyariyên ji Rêxistina Mafê Mirovan a li Sûriyê, di teqîna ku şeva borî li bajarê Efrînê çêbû de, polîsekî can da û 2 sivîl birîndar bûn.

Rêxistina Mafê Mirovan a li Sûriyê diyar kir, teqîn şeva derbasbûyî li derdora saet 21.15an de, li nêzîkî seyrangeha Jînê rû daye.

Herwiha li gor zanyariyên wê rêxistinê, di teqînê de polîsekî bi navê Ebdullah Zewîn ku welatiyê Helebê ye can daye.

Herwiha 2 kesên sivîl bi navê Yasemîn Hemade û Mehmûd el-Hesen birîndar bûne.

Li gor heman rêxistinê, teqîn ji encama mayineke çandî derketiye.