Di teqîna li Komara Domînîk de jimara miriyan giha 25 kesan
PeyamaKurd – Li Komara Domînîkê li bajarê San Cristobal di firûna bi navê "Old Marketplace" de duhî teqîn çêbû û bi hesêb îro jimara miriyan giha 25 kesan. Li gor ragihandina Associated Pressê tîmên îtfaiyê hêjî dixebitin da agirê firûnê vemirînin.
Ji bo tesbîta nasnameyên miriyan cesedan şandine tib a edlî. Wezîrê sanayî û bazirganiyê Ito Bisono da ji bo rojnamevanan ragihandiye ku teqîn gelek mezine û lêpirsîna bûyerê dewam dike.
Li devera teqînê 500 xebatkarên lêgerîn û rizgarkirinê dixebitin, 30 ambûlansan şandine ciyê bûyerê û xebatkarên tenduristiyê ji bo dûman li wan bandorê neke şîret kirin ku herkes maske deynin ber devê xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin