Di teqîna mayînê de 7 zarokan can da

07 April 2024 08:30 0 dîtin
Di teqîna mayînê de 7 zarokan can da

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Dera yê Sûriyê, mayînek bermahiya DAIŞê teqiya 7 zarokan can da.

Li gorî ragihandina malpera “Kombûna Ehrar Horan” li Derayê ji ber teqîna mayînekê 7 zarok hatin kuştin.

Hate zanîn ku 4 zarok ji heman malbatê ne û dema li taxa Mecbel a Senemên dilîstin mayîn bi wan de teqiyaye.

Li aliyê din hatiye ragihandin ku çekdarên DAIŞê rêya Dêrazor-Reqayê ya stratejîk kontrol kirine û êrişî 2 gundên li rojavayê Dêrazorê kirine.