Li ser sînorê Rojava û Bakur 3 kesan bi teqîna mayînê can da
PeyamaKurd - Li bajarokê Dêrikê yê bi ser parêzgeha Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, mayînek bi hejmarek welatiyan de teqiya û 3 kesan di encama teqînê de can da û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan şevê din, dema ku hejmarek welatiyan dixwest bi rêya gundewarê Dêrikê re bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û piştre ber bi Ewropa ve biçin, mayînek bi wan de teqiya û di encama wê teqînê de 3 kesan can da û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji ber gefên êrîşên Tirkiyê û xirabûna rewşa aborî hewil didin bi ser sînorên bakur de derbasî Tirkiyê bibin û biçin Ewropayê ku dema bi qaçaxî derbas dibin yan ji aliyê leşkerên tirk ve têne gulebarankirin yan jî mayîn bi wan de diteqin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin