‘Di xwepêsandanên Îranê de bi kêmî 366 kes hatine kustin’
PeyamaKurd - Malpera Îranî ya Kaleme.com ku ya siyasetmedarê girtî û serokwezîrê berê yê Îranê Mîr Husên Mûsevî ye, ragihand ku di xwepêşananên Îranê de herî kêm 366 kes hatine kuştin.
Kesekî nêzîkî Mûsevî bi navê Erdeşîr Emîr Ercumend ji radiyoya farsî ya Farda re ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkî ve tê fînansekirin, ew amar piştrast kiriye û gotiye, ew agahî û amar ji çavkaniyên pêbawer hatine wergirtin.
Herwiha Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) jî îro amarên herî dawî ku ketine destê wan di xwepêşandanên Îranê de belav kir û hat gotin, herî kêm 161 kes hatine kuştin.
Amnestyê berî niha jî ragihandibû ku 143 kes di xwepêşandanên Îranê de hatine kuştin.
Rayedarên Îranê jî behsa kuştiyan nakin û dibêjin, derdora heft hezar kes di xwepêşandanan de hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin